Hoşyar Zêbarî: Wê Ebadî û partiya wî rastî pirsgirêkan bê

Zêbarî: Nakokiyên piştî hilbijartinan, pirsgirêkên rastiyane ne û hêvîdar im aştyane û dûrî tundiyê bên çarekirin, tevî ku rewş ber bi cihekî din ve diçe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê polîstbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Hoşyar Zêbarî rgaihdn "Serokwezîrê Iraqê û partiya wî ku Partiya De'iwe ye û tevahiya Iraq wê rastî pirsgirêkên mezin bên".

Zêbarî ku çendîn pile û post di Hikûmetên berê yên Iraqê de wergirtibû û berî niha wezîrê derve û yê diraviya Iraqê bû, li ser Twitter û Facebookê nivîsiye: "Piştî ragihandina encamên hilbijartinan, birêz Ebadî wê rastî pirsgirêkên mezin bê".

Herwiha got: Kêşe û nakokiyên piştî hilbijartinan, pirsgirêkên rastiyane ne û hêvîdar im aştyane û dûrî tundiyê bên çarekirin, tevî ku rewş ber bi cihekî din ve diçe.

Ev axaftinên Zêbarî li ser rewşa nav Partiya De'iwe ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, di demekê de ne ku nakokî di nav Malikî û Ebadî de gellekî kûr bûne heya wê radeya ku her yek ji wan bi lîsteke cuda beşdarî hilbijartinan bû, vê yekê hişt ku lîstên herdu aliyan jî nikaribin yekem derkevin, ji ber ku Ebadî 42 kursî û Malikî 26 kursî bidest xistiye, di demekê de ku lîsta Sairûn yekem derketiye û 54 kursî bidest xistiye.

N.O