Canîklî: Emê li Herêma Kurdistanê bimînin

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî dibêje, operasyona Qendîlê 2 roj berê destpê nekiriye, lê ji nêzikê salekî ve destpê kiriye û wekî ku hatiye pilankirin dê berdewam bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî dibêje, operasyona Qendîlê 2 roj berê destpê nekiriye, lê ji nêzikê salekî ve destpê kiriye û wekî ku hatiye pilankirin dê berdewam bike.

Canîklî ji Ajansa “Anadolu” re axivî û got, heta dawiya PKKê were dê operasyonên wan berdewam bike. Wan pêşniyar li Îranê jî kirine ku li dijî PKKê operasyonek hevbeş bikin, lê heta niha ji bo vê pêşniyarê ti pêşveçûn nîn e.

Canîklî destnîşan kir ku operasyona vê carê ji yên berê cudatir e, "Ji wir êrîşî welatê me dikin. Erdnîgariya wê derê jî bi çiya ye û ji terorîstan re dibe derfet."

Herwiha Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê tekez kir, "Heta li herêmê ewlehî saz neken wê li Herêma Kurdistanê bimînin."

Operasyonên esmanî yên Arteşa Tirkiyê yên li dijî bingehên PKKê yên li nav sînorên Başûrê Kurdistanê û Îraqê ev çend roj in bênavber berdewam dike. Îro jî firokeyên artêşa Tirkiyê bingehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê li Qendîl, Xakûrk, Avaşîn û Basyanê bombebaran kirin.

 

S. B