Serok Barzanî destxweşiyê li helwesta niştimanî ya Kurdên Êzidî dike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna cemayê pîrozbahiyê li Kurdên Êzidî dike û radigihîne, Kurdên Êzdî herdem şanaziyê bi kultûr û helwesta netewayetî û Kurdistaniyê ve dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna cemayê pîrozbahiyê li Kurdên Êzidî dike û radigihîne, Kurdên Êzdî herdem şanaziyê bi kultûr û helwesta netewayetî û Kurdistaniyê ve dikin.

Di beşeke din ya peyamê de, Barzanî destxweşi li Kurdên Êzidî dike û radigihîne, li referandûma 25 ê Eylûlê da jî carekî din wê yekê we ji bo hemû aliyek daxuyakirin ku çi hêzek nikarê we ji gelê Kurdistanê veqetîne.

Deqa peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna cemayê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Kurdên Êzdî herdem şanaziyê bi kultûr û helwesta netewayetî û Kurdistaniyê ve dikin û bi navê wê da xebatê kirine û qurbaniyê dane û li referandûma 25 ê Eylûlê da jî carekî din wê yekê we ji bo hemû aliyek daxuyakirin ku çi hêzek nikarê we ji gelê Kurdistanê veqetîne û ji bo wê helwesta we ya niştîmanî destxweşiyê li we we dikim.

Hêvîdar im cejna cemayê û hemû helkeftên we yên olî xweşiyê ji bo we vegerîne û bi gur û tînekî zêdetir, xizmeta gel û welat û ola we bike.

Mesûd Barzanî
12.10.2017