Adil Ebdulmehdî gehişt Rîyadê

Evro serok wezîrên Îraqê, Adil Ebdulmehdî , bi serokatîya şandeka bilind gehişte bajarê Rîyad a paytexta Seûdîye.

K24- Hewlêr

Evro serok wezîrên Îraqê, Adil Ebdulmehdî , bi serokatîya şandeka bilind gehişte bajarê Rîyad a paytexta Seûdîye.

Nivîsîngeha mêdyayî serok wezîrên Îraqê, ragehandinek belav kir û têde amaje bi wê yekê daye, Adil Ebdulemehdî, serok wezîrên Îraqê bi serokatîya şandeka bala  ber bi Rîyad  a paytexta Seûdîye çûye.

Ev serdan a Adil Ebdulmehdî, piştî wê yekê hatîye, ku berê ragehandibû, Îraq di peywendîyên xwe de li gel Seûdîye ber bi guhertinên mezin diçe.

Serok wezîrên Îraqê amaje bi wê yekê jî da, ku hemû alî haydarin ji serdana wî bo Seûdîye.

Çaverê dihê kirin di çarçoveya evê serdana Adil Ebdûlmehdî bû Seûdîye ku dû rojan dê vekêşe, 13 rêkkevtinên hevkarîyê di navber a herdû alîyan dê bihê wajûkirin.

Hevdem li gor jêdereke Seûdîye, Şah selman, bi serok wezîrên Îraqê re ragehandîye: Ew biakincî ûtenahîya Îraqê dilxweşin.