Tirkiye gelek çekên giran anîn ber sînorê hemberê Efrînê

Herweha tê gotin ku, hejmarek zêde serbaz jî li heman deveran hatine bicîhkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor agahdariyan Tirkiye roja dawî hejmarek zêde tank, zirîpoş û top li bajarên Kilis û Hatay kirin e, ku dikevin hemberê bajarê rojavayê Kurdistanê Efrînê.

Herweha tê gotin ku, hejmarek zêde serbaz jî li heman deveran hatine bicîhkirin.

Ev yek di demekê de tê, ku Tirkiye bi destê hin aliyên muhalefetê Operasyona Idlibê daye destpêkirin. Lê gûman hene ku, Tirkiye hemberê Efrînê jî bikeve nav tevgerek serbazî de.