Rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê di konferanseke navdewletî de tê behskirin

Li bajarê Frankfort ê Almanyayê Konferansa Mafên Mirovan û Rewşa Penaberan birêve diçe û şandeke Herêma Kurdistanê tê de beşdar bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Frankfort ê Almanyayê Konferansa Mafên Mirovan û Rewşa Penaberan birêve diçe û şandeke Herêma Kurdistanê tê de beşdar bû.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro roja duyemîn a Konferansa Mafên Mirovan  û Rewşa Penaberan e û şandeke Herêma Kurdistanê jî tê de başdar e, di konferansê de jî bi dirêjî behsa rewşa penaberên û mafên mirovan li Herêma Kurdistanê hate behskirin.

Endamê şanda Herêma Kurdistanê Dr. Kurmanc Osman ji K24ê re got: “Rêxistina Navdewletî ya Mafên Mirovan li Frankfort her du salan carekê vê konferansê lidar dixe û îsal de 18 welat amade bûne û tê de behsa rewşa mafên mirovan û penaberan bi giştî li wan welatan tê kirin.

Kurmanc Osman da zanîn, 38 kampên penaber û penaxwazan li Herêma Kurdistanê hene. Piştî êrîşa DAIŞê di sala 2014an de, vê rêxistinê hevkariya Herêma Kurdistanê kiriye û ta niha nêzîkî 14 barhilgirên alîkariyê ligel 2 ambulansan aniye Herêma Kurdistanê û çendîn caran jî tîmên bijîşkî şandiye Herêma Kuridstanê.

Amaje bi wê jî kir, di van du rojên konferansê de bi awayekî dûr û dirêj behsa nemana DAIŞê, proseya çawaniya avadenkirina navçeyên wêrankirî, alîkarîkirina bi jinên Kurd ên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û gihandina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê hate kirin.

Herwiha got: “Di konferansê de behsa pirsên darayî hate kirin, ku çawa bikarin budceyekê ji bo 5 salên bûrî ji Herêma Kurdistanê re dabîn bikin.”

Herwiha got: “Di konferansê de behsa rewşa mafên mirovan li Kurdistan, Iraq, Bagistan, Ukranya, Neycîriya, Çîn, moldova, Hindistan û çend welatên din hate kirin, bi taybet rewşa kemîneyan li wan welatan. Di vê konferansê de beşek ji kemîneyan amade bûn wek Êzidî, Behaî û Kirsitiyaniyan.”

Da zanîn jî, “Ji me re wek Herêma Kurdistanê ev konferans girîng e ji bo gihandina Herêma Kurdistanê. Vê rêxistina sala çûyî jî xwe bi fermî li Herêma Kurdistanê tomar kir û 2 nivîsgehên wê li Duhok û devera Şêxanê hene.”    

 

 

S. B