Perlemanterekî AKPê: Siyaseta Tirkiyê ya li dijî referandumê şaş bû

Orhan Mîroglu: Helwesta Hikûmeta Tirkiyê hemberî referandumê û Serok Barzanî şaş bû, niha jî hêdî hêdî Hikûmeta Tirkiyê ji wê şaştiya xwe vedigere.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterê Kurd yê AKPê Orhan Mîroglu ragihand, ku helwesta Hikûmeta Tirkiyê derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê û li hemberî Serok Barzanî şaş bû.

Orhan Mîroglu ku perlemanterê AKPê yê Mêrdînê ye, ji medya Tirkiyê re axivî û da xuyakirin, ku di pêvajoya referanduma serxwebûna Kurdistanê de, helwesta Hikûmeta Tirkiyê hemberî Serok Barzanî şaş bû, niha jî hêdî hêdî Hikûmeta Tirkiyê ji wê şaştiya xwe vedigere.

Mîroglu got jî: Heger Tirkiye dijayetiya Kurdên oldar bike nikare li Rojhilata Navîn tiştekî bike, hebûna pêwendiyên baş li gel Herêma Kurdistanê, wê di berjewendiya Tirkiyê de be.

Piştî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Enqera biryar da li gel her yek ji Hikûmetên Bexda û Taranê, li dijî xwesteka gelê Kurdistan raweste, ku di 25 Êlûna 2017an de, bêtirî  92% ji xelkê Kurdistanê, deng ji bo Serxwebûna Herêma Kurdistanê dan.

N.O