Almanya ji Încirlikê vedikişe

Rageşiya di nava Tirkiye û Almanyayê de her diçe zêdetir dibe. Tirkiyê destûr neda parlamenterên Almanî ku biçin li Încirlikê serdena leşkerên Almanî bikin. Li beramberî vê helwesta Tirkiyê Steffen Seîbertê Berdevkê Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel, daxuyaniyek ragihand û diyar kir ku ne mimkûne ev helwesta Tirkiyê ya li hemberî parlamenterên Alman bê qebûlkirin. Seîbert got; Ji bo ku Almanya ji Încirlikê vekişe li ser hindek lokasyonên alternaîf radiwest e.

K24 – Enqere

Nayê zanîn bê çima Tirkiyê destûr nedaye. Lê li gorî zanyariyên “AA” çavkaniyên dîplomatîk diyarkirine ku di vê serdemê de serdana Parlamenterên Almanî ya bo Baregeha Leşkerî ya li Încirlikê guncaw nehatiye dîtin. Li gorî malpera Spîegela Online jî Artêşa Almanyayê bi awayekî berbiçav plan dike ku ji Încirlikê vekişe. Li gorî nûçeyê piştî ku Tirkiyê destûr nedaye parlamenterên Almanî ku bikevin baregeha leşkerî ya Încirlikê Almanya lê difikire ku di nava du hefteyan de ji xwe re baregeheke nû peyda bike. Di nava wan parêgehên leşkerî yên ku navên wan derbas dibin jî; Urdin, Kuweyt û Kibris cih digre. Li gorî agahiya Reûtersê jî ji nava wan baregehan pêşniyara herî baş ji aliyê Urdinê ve hatiye kirin ku Almanya wê derê di şûna Încirlikê de bikarbîne. Reûters vê aghiyê bi daxuyaniya fermî ya Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Almanyayê jî pişterast dike.

Serdan ji bo roja sêşemiyê hatibû plansazkirin

Şandeya ku ji Serokê Komîsyona Bergiriya Encûma Federal Wolfgang Hellmich û endamên komîsyonê ve pêk tê ji hikûmeta Tirkiyê xwestibûn ku li Baregeha Încirlikê serdana leşkerên Almanyayê ku li dijî DAIŞê têdikoşin bikin û derbarê şert û mercên wan yên xebatê de çavdêriyê bikin. Hatibû plansazkirin ku ev serdana di 16ê gulanê de pêk bê. Lê belê hate ragihandin ku hikûmeta Tirkiyê destûr nedaye ji bo vê serdanê.

Tirkiyê di sala 2016an de jî destûr nedabû

Almanyayê di 2yê Hezîrana sala 2016an de bobelata Ermenan wek "Komkujî" destnîşan kiribû. Li berambeî vê yekê jî Tirkiyê destÛr nedabû serdana Parlamenterê (CDU) Partiya Demokrat ya Xiristiyanan Christian von Stetten ya bo baregeha Încirlikê. Li Baregeha Încirlikê 260 leşkerên Almanyayê hene.