Yekîtiya Ewropa bersiva Trump da

Serokê Encûmena Ewopayê Donald Tusk ragihand, Yekîtiya Ewropa û Amerîka baştirîn dost in, ewê dibêje ku neyarên hev in, ne rast dibêje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Ewopayê Donald Tusk ragihand, Yekîtiya Ewropa û Amerîka baştirîn dost in, ewê dibêje ku neyarên hev in, ne rast dibêje.

Îro Serokê Amerîka Donal Trump her yek ji Rûsya, Yekîtiya Ewropa û Çînê bi neyarên Amerîkayê binav kirin.

Di hevpeyvîneka xwe de li gel kenala “CBS News” Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku, di baweriya min de gelek neyarên me gelek in, Yekîtiya Ewropayê ji ber pirsa bazirganiyê neyar e. Rûsyayê jî di hin aliyan de neyar e û Çîn rikbereke aboriya me ye.

Di bersiva axaftina Serokê Amerîka de, Serokê Encûmena Ewopayê Donald Tusk li Twittera xwe nivîsî: “Yekîtiya Ewropa û Amerîka baştirîn dost in, ewê dibêje ku neyarên hev in, ne rast dibêje.”

 

S. B