NY: Di du hefteyan de, bêtirî hezar kesan ji başûrê Kerkûkê mişext bûne

Netewên Yekgirtî: Ji ber operasyonên artêşa Iraqê li Hewîce û başûrê Kerkûkê, di dema du hefteyên derbasbûyî de, bêtirî hezar kesan mişext bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî eşkere kir ku, ji ber operasyonên artêşa Iraqê li Hewîce û başûrê Kerkûkê, di dema du hefteyên derbasbûyî de, bêtirî hezar kesan mişext bûne.

Peyvdarê sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Stafan Docarîk, derbarê rewşa mişextên Kerkûkê û navçeyên derdora wî bajarî eşkere kir, ku ji çarê vê mehê ve, artêşa Iraqê operasyoneke serbazî li Hewîce û navçeyên derdora wê destpê kiriye û ji wê demê ve heya niha bêtirî hezar kesan mişextî kampên Daqûq û navçeyên din bûne.

Herweha wî berpirsî got: "Ji ber wan operasyonan em nikarin alîkariyên mirovî bigehînin wanmişextan".