Mosko: Ti rola me di danûstandinên Kurd û hikûmeta Sûriyê de nebû

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov tekez kir, ti rola Mosko ya navbênkariyê di danûstandinên di navbera Kurd û hikûmeta Sûriyê de nebû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov tekez kir, ti rola Moskoyê ya navbênkariyê di danûstandinên di navbera Kurd û hikûmeta Sûriyê de nebû.

 Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov di hevdîtinekê de ligel kenala RT a Rûsî de ku li perawîza Korbenda “Valdai” a Navdewletî li Moskoyê bi rê ve çû got: “Bidûr nizanim ku li danûstandinên Astanayê Efrîn wek navçeyeke kêmkirina şer were pêşniyazkirin.”

Herwiha daxwaz ji hemû aliyan kir ku xwe rabigirin û rêzê jî li serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê bigirin.

Bogdanov tekezî li ser daxuyaniya îro ya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di korbenda “Valdai” kir, ku Mosko hebûna her hêzeke leşkerî ya biyanî bê biryara Encûmena Asayişa Navdewletî û hikûmeta fermî ya Sûriyê li wî welatî red kir.

Daxuyaniyên Bodanov di demekê de ne, îro jêderên fermî yên Hikûmeta Sûriyê ragihandibû, li gorî‌ rêketinekê ku di navbera YPGê û Hikûmeta Sûriyê de, artêşa Sûriyê dê di çend demjimêrên bê de derbasî nav bajarê Efrînê bibin.

Lê Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd îşev ji K24ê re aşkere kir, wan daxwaz kiriye artêşa Sûriyê bê Efrînê, lê ta niha ti rêkeftin nehatiye kirin.  

 

S.B