Encûmena Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê li dijî Efrînê biryarî da

Encûmena Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê: Di qonaxa yekem de, ewê tedbîrên pêwîst bi awayekî yekalîker û rasterê bistînin ji bo nehiştina wan gefên ku li rojavayê Sûrya li ser welatê me çêbûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Encûmena Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê piştî civîna wê bi serokatiya serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku ew nahêlin korîdorek jib o terorîstan li ser sînorê Tirkiyê hebe û ew qebûl nakin artêşeke terorîstî li deverê were pêkanîn û ewê hemû bizavên xwe ji bo van armancan bikin".

Herweha di daxuyaniyê de hatiye "Pêwîst e hemû ew çekên radestî PKK/YPG hatine kirin, bê paşxistin ji wan bên stendin".

Encûmena Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê di heman daxuyaniyê de dibêje: "Di qonaxa yekem de, ewê tedbîrên pêwîst bi awayekî yekalîker û rasterê bistînin ji bo nehiştina wan gefên ku li rojavayê Sûrya li ser welatê me çêbûne û herweha ji bo parastina ewlehiyê û parastina mal û mulkên welatiyan û bihêzkirina ewlehiyê li ser sînor".