7 leşkerên Tirk îro li Efrînê hatin kuştin

Artêşa Tirkiyê aşkere kir, di çarçova operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê de îro 7 leşkerên hatine kuştin û 9 leşker jî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê aşkere kir, di çarçova operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê de îro 7 leşkerên hatine kuştin û 9 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê berî demekê ragihandibû ku di operasyonên Efrînê de 3 leşkerên wê li navçeya Cindirêsê hatibûn kuştin û 5 leşkerên din birîndar bûbûn, careke din ragihand jî ku 2 leşkerên din hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Her îro jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû ku di şerê li Efrînê helîkoptereke artêşa Tirkiyê hatiye xistin û 2 leşkeran canê xwe ji dest dane.

Bi vê hejmarê re, leşkerên ku îro di çarçova êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de hatine kuştin bû 7 leşker û hejmara birîndaran jî bû 9 leşker.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê di roja xwe 22emîn de berdewam e. Duh Hevseroka Encumena cîbicîkar li Efrînê Hêvî Mustefa di kongreyek rojnemevanî de got, heta niha û bi sedema êrîşên Tirkiyê li ser  navçeyên Efrînê,  zêdetir ji 60 hezar kesî koçber bûne û 160 welatiyên sivîl jî şehîd bûne.