Kurdistan Asayişa Rojava serkirdeyekî ENKSê binçav dike

Asayişa Rojava serkirdeyekî ENKSê binçav dike
Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Fadî Mir'î

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Fadî Mir'î li Çilaxa ya ser bi Qamişlo ve binçav kirin.
peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, Berdevkê ragihandinê yê Berdevkê ragihandinê yê Şepêla Pêşeroj a Kurdî li Sûriyê (ŞPKS) û Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Fadî Mir'î îro li rêbenda Asayişa Rojava ya li Çilaxa hate binçav kirin

Peyamnêrê me da zanîn ku, Fadî Mir'î bi mebesta serdana endamên ENKSê yên ku ji zîndana Rêveberiya Xweser hatine azadkirin bike, ji bajarokê Çilaxa diçû bajarê Qamişlo û li rêbenda Çilaxa hate binçavkirin.

Roja 7 Sibatê, Asayişa Rojava hejmarek ji endam û serkirideyên Eencûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên di nava wê de piştî zêdetirî 6 mehan ji girtîgehên xwe azad kiribûn.