Tirkiye li agirbestê mikur nayê û operasyona Efrînê berdewam dike

Tirkiye: Emê bizavên xwe berdewam bikin ji bo bidawîkirina wan hevrikiyên, ku astengiyan li pêşya çarekirina kirîza Sûryê çêdikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê ragihand, tevî ragihandina agirbesta giştî ji bo 30 rojan, lê artêşa Tirkiyê wê li ser operasyonên xwe yên li dijî terorîstan li Sûryê berdewam be.

Peyvdarê wezareta derve ya Tirkiyê Hamî Aqsoy di daxuyaniyekê de ragihand, ew pêşwaziyê li biryara Civata Ewlehiya Navdewletî dikin ya ragihandina agirbestê li Sûryê ji bo 30 rojan.

Hamî Aqsoy di daxuyaniya xwe de dibêje: "Emê bizavên xwe berdewam bikin ji bo bidawîkirina wan hevrikiyên, ku astengiyan li pêşya çarekirina kirîza Sûryê çêdikin".

Herwiha Aqsoy tekez kir, ku operasyonên artêşa Tirkiyê jî, wê li dijî terorîstan li Sûryê berdewam bin.

Şevê din bi tevahiya dengan, pirojebiryara Kiwêt û Siwêdê, ji bo ragihandina agirbesta giştî li seranserê Sûryê hat pejirandin.

Li gorî şirovekaran, pejirandina wê agirbestê bi wateya rawestandina operasyona Xûta Rojhilat û ya li Efrînê tê û rê li ber derbaskirna alîkariyên mirovî û dermankirina birîndaran vedike.

N.O