Aliyên Iraqî lihevkirin ku Serokwezîriyê ji partiya Malikî bistînin

Re'ed Heyder: Hemû alî bi Kurd, Sune û Şî'eyan ve, yekdeng in, ku postê Serokwezîriyê nedin Partiya De'iwe ku Heyder Ebadî endamê wê ye û Malikî serokê wê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şepêla Hikme ya Emmar Hekîm ragihand, ku hemû aliyên Iraqî lihev kirine, ku postê Serokwezîriyê ji Partiya De'iwe ya ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, bistînin.

Serkirde di Şepêla Hikme de (Re'ed Heyder) ragihand, ku hemû alî bi Kurd, Sune û Şî'eyan ve, yekdeng in, ku postê Serokwezîriyê nedin Partiya De'iwe ku Heyder Ebadî endamê wê ye û Malikî serokê wê ye.

Re'ed Heyder got: Destwerdanên derve di karûbarên navxwe yên Iraqê de, ji bo destnîşankirina kesekî ji bo wergirtina postê Serokwezîriyê berdewam in.

Ev bêtirî du mehan e, hilbijartinên Perlemana Iraqê hatine encamdan û heya niha bi sedema hebûna hevrikiyê di navbera aliyan de û dubare hejmartina dengan, aliyên biserketî nekarîne Hikûmeta nû pêk bînin.

N.O