4 welat li Stenbolê, liser Krîza Sûriye dicivin

Ji bo çareseriya siyasî ya Krîza Sûriyê 4 welat cara yekemîn kom dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo çareseriya siyasî ya Krîza Suriyeyê 4 welat cara yekemîn kom dibin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin bi daxûyaniyeke nivîskî eşkere kir ko Tirkiye, Almanya, Fransa û Rusya, dê di 27ê Cotmehê de bi rojeva krîza Suriyeyê werin ba hev.

Kombûna wan dê li Stenbolê birêve biçe û her 4 welat dî mayîndekirina aşitiyê û pirsa Îdlibê gengeşe bikin.

Ji alîkî din ve rêkeftina Tirkiye û Rusyayê ya ji bo Îdlibê berdewam dike, lê xalên rêkeftinê heta niha bi temamî nehatin cihbecihkirin. Digel vê yekê jî Rusya alîgirê berdewamiya rêkeftinê ye.

Serokê Rusyayê Vladîmîr Putîn dibêje, çekên giran û hêzên tûndrew derneketin û herema bê çek ava nebû. Lê Tirkiye ji bo cihbecikirina xalên rêkeftinê hewl dide û berpirsiyaryên xwe tîne cih. Xebatên wan ên digel Tirkiyê ya ji bo herêma bêçek dê berdewam bike.

Di 15ê Cotmehê de Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar gotibû, hêzên tûndrew ji herêma bê çek derketin e. Lê heman rojê, Heyet Tahrîrî Şam jî ragihandibû ko, ew ji herêma bê çek venakişin, dê şer bikin.

 

 

 

C.B