Kurdistan Li Wanê binçavkirin û girtina Şaredaran

Li Wanê binçavkirin û girtina Şaredaran
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Bo Şaredariya Mehmûdiye ya Wanê qeyum hat danîn, Hevşaredarê Çalderanê hat girtin û Hevşaredara Şaxê jî hat binçavkirin.

Şeva bihurî, bo Şaredariya navçeya Mehmûdiye ya Wanê qeyûm hat danîn. Polîsên ku çûn avahiya şaredariyê destnîşan kirin, Qeymeqamê navçeyê Îbrahîm Bayir wek şaredar hatiye erkdarkirin.

Her wiha Şaredarê navçeya Çalderanê Faruk Demîr ku bi êrişa berdestê sibê hatibû binçavkirin, hat girtin. Demîr, li ser tora civakî bi bangêşiya PKKê tê tometbarkirin. Hevşaredara din ya navçeyê beriya 6 mehan hatibû girtin.

Li aliyê din, Hevşaredara berê ya navçeya Şaxê, Evîn Kewê li Enqere hat binçavkirin. Bo şaredariya Şaxê hê berê qeyûm hatibû danîn û sedemê binçavkirina Kewê nehat zanîn. Hevşaredarê din Celaletîn Bartû 4'ê meha yekê hatibû girtin.