Kargeheke jinûbikaranîna gilêşê li Hewlêrê tê vekirin

Piroje li ser riya Giwêr-Hewlêr tê bicîkirin û îsal dikeve warê bicîkirinê de, kargeh bi awayekî tê çêkirin ku ti bandorê li ser jîngehê neke

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e kargeheke (rîsaykilîn)ê li Hewlêrê bê vekirin, ji bo bikaranîna zibil û gilêşê di çêkirina berhemên nû de.

Rêvebirê xizmetkarî û parastina jîngehê di şaredariya Hewlêrê de Ferman Xelîl ragihand, niha ew di destpêka bicîkirina wê pirojeyê de ne û îsal wê kargeh dest bi kar bike.

Ferman Xelîl ji Kurdistan24ê re got: "Emê girêbestê li gel kompaniyekê bikin ji bo damezirandina kargeha rîsaykilînê, bi mebesta komkirina hemû ziblê derdor û nava bajarê Hewlêrê û ew maddeyên bi kêr bên, wê dubare di wê kargehê de bên bikaranîn, maddeyên bi kêr nayên, wê bên binaxkirin".

Xelîl got jî: "piroje li ser riya Giwêr-Hewlêr tê bicîkirin û îsal dikeve warê bicîkirinê de, kargeh bi awayekî tê çêkirin ku ti bandorê li ser jîngehê neke".