Pompeo: Tirkiye bi derbasbûna nav Efrînê rewş aloztir kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Di demê guhdan a Mike Pompeo, namzetê nû yê posta Wezîrê Derve yê Amerîkayê, di rûniştina Komîteya pêwendiyên derve ya Amerîkayê de, Senator Bob Mêndêz wêneya Serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê nîşanî Pompeo da û jê re got pirsgirêka vê wêneyê çi ye? Pirsyar jî kir, ji ber çi Tirkiye, ku hevpeyman e, lê şerê Kurdan dike û sîstema berevaniya Rûsya dikir e? Pêgeha Amerîka çi ye?
Di bersivê de Pompeo rexne li Tirkiyê girt û got: Tirkiyê rewşa Sûriyê aloztir kiriye bi taybetî jî piştî Efrînê.
Berî destnîşankirina wî ji bo postê Wezîrê derve yê Amerika, Pompeo Serokê Dezgeha Hewalgirî CIA bû.
C.B