Derbarê Parlamentera CHP jî, bi tometa bangeşeya PKK lêpirsîn hat vekirin

Derbarê Parlamentera CHPê Aysu Bankoglu de, bi tometa bangeşeya PKK lêpirsîn hat vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê Parlamentera CHPê Aysu Bankoglu de, bi tometa bangeşeya PKKê lêpirsîn hat vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê Parlamentera CHPê ya Bartinê de bi tometa "bangeşeya rêxistina terorê" û "pesindayîna tawan û tawanabaran" lêpirsîn vekir.

Parlamentera CHPê Aysu Bankoglu, di beşdariya kaneleke Tirkiyê de dabû xuyakirin,  desthilat her tim dixwaze HDP wek baskeke PKKê nîşan bide, cudahî bixe navbera rastgir û çepgiran, bi gotinên man û nemanê tirs û cudahî dixe nav gel. Dixwaze bila PKKyî be, endamên "Hevpeymaniya Zîletê be", ferq nake daxwaza dengên hemûyan dikin.

Piştî lêpirsînê Bankoglu da xuyakirin, wê gotinên rayedarên desthilatê bikaranîne û armanca wê jî ewe ku, cudahiya desthilat dixe nav xelkê nîşan bide.

 

 

C.B