Trump danûstendinan li gel Rûhanî red nake

Biryar e serokê Îranê Hesen Rûhanî, Yekşema dahatî, ji bo beşdariyê di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de bike, serdana New Yorkê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Balyoza Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley eşkere kir, ku serokê Amerêka Donald Trump hevdîtinê li gel serokê Îranê Hesen Rûhanî red nake.

Nikki Haley derbarê egera lidarxistina civînekê di navbera herdu serokan de got: Trump danûstendinan li gel Rûhanî red nake û her daxwazek ji aliyê Rûhanî ve, ji bo encamdana danûstendinan li gel Trump, emê gotûbêj bikin û biryarê li ser bidin.

Di dema derbasbûyî de, Serokê Amerîka ragihandibû, ku ew amade ye li gel berpirsên Îranê bicive, lê Îranê encamdana danûstendinên rasterê li gel Amerîka red kir û Wezîrê Derve yê wî welatî Mihemed Cewad Zerîf ragihand, ku ew rêketinên kesîtî li gel Amerîka nakin û ji berê ve rêketinek navdewletî di navbera wan de heye, ku Encûmena Ewlehiya Navdewletî û Netewên Yekgirtî piştevaniya wê dikin.

Biryar e serokê Îranê Hesen Rûhanî, Yekşema dahatî, ji bo beşdariyê di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de bike, serdana New Yorkê bike.

N.O