Esed: Emê şerê welatên dagîrker bikin

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, kê axa Sûriyê dagîr kiribe, ewê şerê wan bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, kê axa Sûriyê dagîr kiribe, ewê şerê wan bikin.

Beşar Esed di hevdîtineke vekirî ligel hejmarek ji dîpolmatkarên Wezareta Derve ya welatê xwe civiya û ragihand, ji karên pêşî yên hikûmeta Sûriyê, dubare avakirina Sûriyê û vegerandina koçberan e.

Amaje bi wê jî kir, proseya siyasî dê bê aktîvkirin, ji ber hin welatên rojavayî di serê wan de Amerîka proseya siyasî li Sûriyê asteng dikin.

Serokê Sûriyê tekez kir, şerê wan li dijî terorê berdewam e û axa Sûriyê ji aliyê kîjan aliyê ve hatibe dagîrkirin, ewê şerê wê bikin û Sûriyê bi tevahî bixin bin kontrola xwe.

Berî demekê jî Serokê Sûriyê Beşar Esed gotibû, divê HSD deverên ku di destê wê de ne, radestî Hêzên Hikumetê bike, heger na, ew amade ne bi hêzê wan deveran vegerînin bin kontrola xwe.

 

S. B