Bexda ezmanê Herêma Kurdistanê difroşe KOmpaniyeke Birîtanî

Emîra Kerîm: Ew hêla ezmanî di ser Amêdiyê re derbas dibe û li şûna ezmanê Îranê tê bikaranîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştê ku hat ragihandin ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mafê çûnûhatinê di ser esmanê Kurdistanê re firotiye kompaniyeke Birîtanî, hêla ezmanî ya Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye: "Ew zanyariyên ku behsa firotina mafê çûnûhatinê di ser ezmanê Kurdistanê re ji kompaniyeke Birîtanî re dikin, ne gellekî di cihê xwe de ne, lê arasteya eszmanî ya Herêma Kurdistanê bûye riyek ji bo tevgera ezmanî."

Berî niha perlemantera Iraqê Emîra Kerîm ji malpera fermî ya Partî Dîmukratî Kurdistan re gotibû: "Heyder Ebadî mafê çûnûhatina ezmanî ji bo heyama 20 salan firotiye kompaneyeke Birîtanî."

Ew jî diyar kir, ku ew hêla ezmanî di ser Amêdiyê re derbas dibe û li şûna ezmanê Îranê tê bikaranîn, di demekê de pêwîst e pişka Herêma Kurdistan ji wan pereyan bê dayin, lê wezîrê veguhestina Iraqê li ser vê yekê ragihand, ku hemû desthelat li cem Ebadî ne.