Hilweşandina peykerê Xanî, dilgiranî peydakir

Bi biryara qeyyûmê Bazidê Ulaş Akhan, peykerê edebiyatzan, filosof û navdarê Kurd Şêx Ehmedê Xanî, li taxa Uluyol a Bazidê hate hilweşandin.

Hilweşandina peykerê Xanî, dilgiranî peydakir

K24 – Navneda Nûçeyan

Bi biryara qeyyûmê Bazidê Ulaş Akhan, peykerê edebiyatzan, filosof û navdarê Kurd Şêx Ehmedê Xanî, li taxa Uluyol a Bazidê hate hilweşandin.

Ev kiryara Qeyyûm, ligel Kurdan dilgiraniyek mezin peyda kir û bi taybetî di medya civatî bi dehhezaran Kurd nerazîbûnên xwe tînin ziman, wêneyê Ehmedê Xanî di malperên xwe de bicîh dikin. Herweha berpirsiyarên dezgeh, sazûman û partiyên siyasî yên Kurd jî di nav de, bi daxûyaniyan ev kiryar şermezar kirin.