Hemo: Ji me re gotin guhartinên navdewletî çê dibin

kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdilbasit Hemo radigihîne, Îtîlaf ti carî qebûl nake Serokê Sûriyê Beşar Esed di desthilatê de bimîne.

Ebdilbasit Hemo li Stenbolê ji K24ê re ragihand, li ser vexwandina Wezarta Derve ya Siûdiyê, Îtîlafê li Riyaza paytex civîneke girîng ligel Wezareta Derve ya Siûdiyê re kir û behsa kongreya duyemî ya Riyazê û pêşeroja opozîsyonê hatin kirin.

Hemo amaje bi wê jî kir, biryar e 15 vê mehê civîneke berfereh ji opozîsyona Sûriyê li Riyazê bi rê ve biçe û her du platform Qahîre û Moskoyê jî bow ê civînê hatine vexwandin.

Hemo got jî, ku hin peyam ji aliyê Siûdiyê ji Îtîlafê re hatin, wek hin guhartinên navdewletî li ser asta Sûriyê û civînên Cenevê hene û divê Îtîlaf amade be ji wan guhartinan re. herwiha amadekirina destûreke nû jî wê di rojevê de be.

Cîgirê Serokê Îtîlafê tekezî li ser wî yekê, Îtîlaf ti carî qebûl nake Beşar Esed di desthilatê de bimîne, ji ber ku destê wî bi xwîna hezaran xelkê Sûriyê bûye.

Berî Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr ji opozîsyona Sûriyê re pêşniyar kiribû, ku pêwîst e Desteya Bilind a Danûstandinan li bijardeyên din bigere û helwestekê bigirin ku Beşar Esed di qonaxa bê de bimîne, yan jî welatên bihêz dê bêyî opozîsyonê çareseriyekê ji Sûriyê re danin.