Baroya Diyarbekrê: Demildest dive Demirtaş bê serbest berdan

Baroya Diyarbekirê ji bo Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo serbestberdana Selahadîn Demîrtaş daxuyaniyek da...

K24 – Navenda Nûçeyan

Baroya Diyarbekirê ji bo Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo serbestberdana Selahadîn Demîrtaş daxuyaniyek da û bang li rayedarên Dewlet û Hikûmeta Tirkiyeyê kir ku xalên dadgehê diyar kirine bi cih bînin û demildest Demîrtaş serbest were berdan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jixwe Selahadîn Demîrtaş bi awayekî dijhiqûqî heta niha girtî maye û di serî de Demîrtaş, divê hemû girtiyên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin serbest werin berdan.

Li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku daxwaza serbestberdana Hevserokê Berê yê HDP'ê Selahadîn Demîrtaş da;  Baroya Diyarbekirê jî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û biryara DMME'yê ji aliyê hiqûqî ve erênî nirxan. Di daxuyaniya Baroyê de hat diyarkirin ku; di biryara dadgehê de hatiye aşkerakirin ku ji ber rewşa girtîmayînê, mafên Demîrtaş ên ku ji aliyê vîna gel ve hatine hilbijartin; hatine binpêkirin. Di daxuyaniyê de bal ji bo girtina siyasetmedarên din jî hat kişandin û bang li rayedarên Dewlet û Hikûmeta Tirkiyeyê hat kirin ku xalên ku ji bo Demîrtaş hatine ragihandin û bi van xalan daxwazên serbestberdana wî hatine kirin, divê ji bo girtiyên din jî li ber çavan werin girtin û di serî de Demîrtaş, divê demildest siyasetmedarên girtî jî serbest werin berdan.

 

 

C.B