Heşda Şeibî rê nade mişextên rojavayê Nînewa vegerin cihên xwe

"Çend girûpeke Heşda Şeibî rê nedane mişextên qeza Be`ac û bajarokê Qeyrewan û çend gundên rojavayê parêzgeha Nînewa, ku li cî û warên xwe vegerin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Girûpên ser bi milîsên Heşda Şeibî ve, rê nedan mişextên rojavayê Nînewa ku li cihên xwe vegerin û perlemanterekî wê parêzgehê peyamek li ser vê yekê ji bo Heyder Ebadî şand.

Li gorî peyama Perlemanterê wê parêzgehê Ehmed Medlûl Cerba, ku ji Ebadî re şandiye dibêje: "Çend girûpeke Heşda Şeibî rê nedane mişextên qeza Be`ac û bajarokê Qeyrewan û çend gundên rojavayê parêzgeha Nînewa, ku li cî û warên xwe vegerin."

Cerba ji Ebadî û Ebû Mehdî Muhendis xwestiye, rê li ber wan girûpan bigrin ku mafên mişextan binpê dikin.

Herweha got jî: Pirsa vegera mişextan pirseke mirovî ye û pêwîst nake li gel pirsên hilbijartinan bê têkelkirin û muzaye bi wê yekê bê kirin.