Encûmena Bilind a Referandûmê dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Sibe Encûmena Bilind a Referandûmê dicive û serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê û guftûgoya wan ligel aliyên Iraqî gotûbêj dike.
Endamê Encûmena Bilind a Referandûmê Ebû Karwan ji K24ê re ragihand, siba Encûmena Bilind a Referandûmê dicive û serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê û guftûgoya wan ligel aliyên Iraqî gotûbêj dike. Herwiha serdana komîteyan ji bo welatên cîran jî tê gotûbêjkirin.
Şanda Encûmena Bilind a Referandûmê roja 14ê vê mehê, bo pirsa referandûmê ligel berpirsên hikûmeta û aliyên Iraqê gotûbêj bike çûbû Bexdayê û pêr jî vegeriyabû.
Ebû Karwan got jî, ji bilî endamên Encûmena Bilind a Referandûmê, sekreterên partiyên siyasî jî beşdarî civînê dibin û guftûgo derbarê mîkanîzm û karên dahatûyî yên encûmenê gotûbêj dikin.