Rewşa Xurmatû di 24 demjimêrên borî de

Malbenda Hemrîn ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê rewşa ewlehiyê ya bajarokê Hemrîn de daxuyaniyekê belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Malbenda Hemrîn ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê rewşa ewlehiyê ya bajarokê Hemrîn de daxuyaniyekê belav dike.

Di daxuyaniyê de, ku çapek jê gihêşt K24ê tê hatiye, “Bi awayekî giştî rewş cîgir e û ti cure şer û rûbirûbûnek derneketine.”

Daxuyniyê diyar kir, duh 12 Cotmehê hêzeke Heşda Şeibî hat beramberî hêzeke Pêşmerge. Hêza Pêşmerge li nava kargeheke bilokan li nêzîkî gundê Selam bicih bûbûn, lê şer û alozekê rû neda.

Daxuyaniyê amaje bi wê jî kir, duh derora demjimêr 12 şevê, guleyek ji dûriya 500 m li nêzîkî Komîtey 3 teqiya û her di wê demê de çend dengên teqeyên biçûk ku wek dengên narinco dihatin bihîstin.

Malbenda Hemrîn ya YNKê li Hemrînê tekez kir jî, bi ti awayekî teqe li Komîteya 3 û baregeha malbendê nehat kirin.