K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker got, Sûriye li ber hilweşîn û dabeşbûnê ye.
Serokê Komîsyona Ewropa Jean-Claude Juncker li Belçîka di derbarê kêşeyên Ewropa gotarak pêşkêş kir û derbarê ka kîjan bijarde li Sûriyê baş e, rêkeftina bi hikûmeta Sûriyê re ji bo bidawîbûna şer, yan rêkeftin bi Tirkiyê re ji bo avakirina kampan ji koçberan re, Juncker got, rast e divê şer li Sûriyê bidawî bibe, lê ew nikarin tiştekî bikin.
Jean-Claude Juncker axaftina xwe wiha domand: “Em nikarin li gel Sûriyê rêk bikevin, ji ber ku Sûriye gihiştiye qonax û haletekî hilweşandinê û Sûriye nikare bi şêweyekî sirûştî kar bike. Niha weke Lîbyayê lê hatiye.”
Serokê Komîsyona Ewropayê got, rewşa Sûriyê rûbirûyê karesateke mezin e û got, “Zilhêzên cîhanê jî destgirtî ne bo dîtina çareseriyeke guncaw bo krîza Sûriyê.
S. B
Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi | Derfatên kar