Li hemberî egera encamdana operasyonekê li Efrînê, rexne li Hikûmeta Tirkiyê tên kirin

HDP: Dema ku dewlet dest bi êrîşekê bike, wê demê wê Efrîn bersiva xwe bide, wê Gelê Rojavayê Kurdistanê jî bersiva xwe bide.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ev demeke berpirsên Hikûmeta Tirkiyê, derbarê operasyoneke serbazî li hemberî Efrînê, daxuyaniyan didin û hêzeke serbazî mezin li ser sînorê Efrînê kom dikin.

Beramberî vê yekê Parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Feleknas Uca dibêje: "Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê wê li hember vê yekê bêdeng nemîne. Gelê Kurd bi tevahî wê li hemberî vê yekê derkeve. Ji ber ku em dizanin ev êrîş li hemberî destkeftên Gelê Kurd tên kirin. Operasyon li hemberî Efrînê, niha tenê bi gotinan tê behskirin. Dema ku dewlet dest bi êrîşekê bike, wê demê wê Efrîn bersiva xwe bide, wê Gelê Rojavayê Kurdistanê jî bersiva xwe bide".

Di pêvajoya referanduma serxwebûna Kurdistanê de, Enqere li hemberî Kurdistanê zimanekî tûj bi kar anîbû. Li gorî ragihandina çavdêrên siyasî,  ji ber vê siyasetê Kurd ji AKPê dûr ketin.

Mamosteyê zanîngeha Dicle û pisporê siyasetê Dr. Hisên Şeyhanlioglu dibêje: "Yanî Tirkiye neçar e ku dijatiyê bike û ew jî (PYD) neçar bû ku dijatiyê bike. Pêwîst e em vê pergalê xirab bikin û pergaleke nû ava bikin. wê çawa bê avakirin, ev bi şer nayê avakirin bi pêwendiyên dostane wê bê avakirin. Bi operasyona Efrînê, bi şerê bi PYD'ê re, bi Barzanî re Kurdistan bi şerî ev yek nayê meşandin".

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a3c75989-9825-4fc7-922f-7c524549c6f5/011118BGT.ism/manifest