Efrîn hat topbarankirin: 2 birîndar

Topxaneya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûriyê yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, herêma Efrînê û Şehba didin ber topan. Herwiha kampeke koçberan jî hate yopbarankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûriyê yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, herêma Efrînê û Şehba didin ber topan. Herwiha kampeke koçberan jî hate yopbarankirin.

Peyamnêrê K24ê li Efrînê ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li Ezazê duh bi tundî devera Şehba û gundê Basilê ya Efrînê topbaran kir. Topbaran heta derengê şeva borî berxwe dabû.

Herwiha çend top li kampa Robar a koçberan ketin, di encamê de 2 koçber birîndar bûn û hejmarek ji konan şewitîn. Birîndar bo nexweşxanyên Efrînê hatin veguhastin.

Berî çend rojan jî di encama êrîşeke Tirkiyê li ser herêma Efrîn û Şehbayê 5 kesan canê xwe ji dest dan û bêhtir ji 15 kesan jî birîndar bûbûn.