Nûçegihanê Kurdistan24ê: Tevgera Goran deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dide

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, li gorî zanyariyan, Tevgera Goran biryar daye beşdarî piroseya referandumê bibe û deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bide.

K24- Navenda Nûçeyan

Civîna civata niştimanî ya Tevgera Goran bidawî hat û nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, li gorî zanyariyan, Tevgera Goran biryar daye beşdarî piroseya referandumê bibe û deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bide.

Biryar e sibe navendên dengdanê bên vekirin û welatiyên Kurdistanê ji bo yekemcar di dîroka gelê Kurd de, wê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.