Xwepêşandan li dijî derbeya leşkerî

kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Di ser kûtedaya sala borî a li Tirkiyê re ku 250 kes bûbûn qûrbanî salek derbas bû. Ji bo bibîranîna qûrbaniyan li seranserê welêt çalakî û merasîm hatin lidarxistin. Li Stenbolê jî navenda merasîmê li pira Bogazîçî bû ku 34 sivîl lê canê xwe ji dest dabûn.

Li ser vê pira Bogazîçî ya Stenbolê par dema kutedayê di êrîşa leşkeran de 34 kes canê xwe ji dest dan. Di ser wê şevê re salekê derbas bû û di yekem salvegera kûtedayê ji bo bibîranîna qûrbaniyan û bi mebesta parastina demokrasiyê hejmareke zêde xelk beşdarî merasîma bibîranînê bûn.

Pira ku parzemîna Asya û Ewropa bi hev du ve girêdide ji ber merasîmê ji bo çûn û hatina wesayîtan hat girtin. Ne bi tenê niştecîhên Stenbolê niştecîhên ji gelek bajarên derva jî gelek kes ji bo xwedî li derketina îradeya gel li cîhê merasîmê amade bûn.

Li giştiyê Tirkiyê 250 kes dema hewla derbeya leşkerî ya sala borî bûn qûrbanî. Li Stenbolê jî 94 kes canê xwe ji dest dan.