Partiya Sûrya Pêşerojê li Reqa hat damezirandin
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Reqayê ragihand, ku di kongirê damezrêner yê Partiya Sûrya Pêşerojê de, Ibrahîm El-Qeftan wek serok û Hevrîn Xelef wek emîndara giştî ji wê partiyê re hatin hilbijartin.
Nûçeghanê Kurdistan24ê diyar kir, ku di kongir de jî, heştê û yek kes wek endamên rêvebirya wê partiyê hatin hilbijartin, ku nûneratiya devera Cezîrê û bajarên Reqa, Dêrazorê, Tebqa, Kobanê, Girê Sipî, Sirîn, Idlib, Heleb, Şehba û Efrînê dikin.
Ibrahîm El-Qeftan berî niha postê hevserokê Encûmena Bikcîkar ya Minbic wergirtibû.
Di kongirê damerizandinê de, hejmarek ji serkirdeyên PYDê û TEVDEMÊ û yên partiyên din jî amade bûn.
N.O