Lavrov: Biryara dana sîstema S 300 bo Sûriyê nehatiye birin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Moskoyê hîna biryara dana sîstema berevaniyê ya esmanî S 300 bo Sûriyê nedaye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Moskoyê hîna biryara dana sîstema berevaniyê ya S 300 bo Sûriyê nedaye.

Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir, tê de Sergey Lavrov got: “Nikarin bibêjin ku biryara dana sîstema berevaniyê ya esmanî S 300 bo Sûriyê hatiye dan. Em li benda biryarên ku civîna serkirdatiya Rûsya û nûnerên Sûriyê ne. Ti tiştekî veşartî nîn e û her tişt di vê derbarê de dê bê ragihandin.”

Derbarê êrîşa leşkerî ya sêalî li ser Sûriyê de, Lavrov got: “Welatên piştevaniya wê lêdanê kirine, bi neçarî ew helwest girtine û ew bixwe dizanin ku ev lêdan ne rewa ye.”

Roja 14ê vê mehê û piştî êrîşa sêalî ya Amerîka, Brîtanya û Fransa li ser Sûriyê, Serokê Rêveberiya Operasyonên Giştî di Serokerkaniya Rûsyayê de Sergey Rodskoy ragihandibû, ne dûr e Mosko pêdaçûnê di pirsa hinartina sîstema mûşekên bergîriyê yên S 300 ji bo Sûriyê de bikin.

 

S. B