Di derbarê Suriyê de Rûsya û Amerika Veto lihember projebiryarên hev dan

Rûsya û Amerîka di civîna Civata Ewlekarî ya Navdewletî ya di derbarê Sûriyê de, Veto li hember projebiryarên hev bikar anîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya û Amerîka di civîna Civata Ewlekarî ya Navdewletî  ya di derbarê Sûriyê de, Veto li hember projebiryarên hev bikar anîn.

Civîna Civata Ewlekariya Navdewletî di derbarê bikaranîna Kîmyawî li bajarê Dûma yê Xûteya Rojhelat birêve çû. Di civînê de di destpêkê de axaftin li ser projebiryara Amerîka hat kirin, û di demê dengdanê de Rûsya mafê Veto bikaranî, ku tenê ew û Bolîvya li dijî wê projebiryarê deng dan.

Piştre jî, Amerîka li dijî projebiryara Rûsyayê rawestiya û wê jî mafê Veto bikaranî.

Beriya niha, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihandibû, di encama bombebarankirina Dûma ji aliyê hikumeta Sûriyê ve, 40 kesan canê xwe ji dest da bûn û bi sedan kesên din jî, brîndar bû bûn.

 

 

C.B