Berbijarê HDPê yê Rihayê hat girtin

Piştî bûyerên bajarokê Pirsûsê li Rihayê, berbijarê HDP yê Rihayê Ismaîl Kaplan û 19 kesên din jî hatin girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî bûyerên bajarokê Pirsûsê li Rihayê, berbijarê HDP yê Rihayê Ismaîl Kaplan û 19 kesên din jî hatin girtin.

Berî du rojan li bajarokê Pirsûs ê ser bi Rihayê ve, ji ber aloziyan birayê berbijarê AKPê û sê alîgirên HDPê canê xwe jidest dan.

Şevê din polîsan li Pirsûsê girtin ser malên her yek ji, berbijarê HDP Ismaîl Kaplan, hevseroka HDPê ya wê navçeyê Rojda Bînîcî, endamê Encûmena Şaredariya Pirsûsê Fethî Yavûzel, Mihemed Kaplan û Mihemed Polat û 19 kesên din jî hatin girtin.

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu, piştî wan bûyeran derbarê berbijarê HDPê got: Pêwendiyên wî li gel çiya heye û li vir, fermanê ji çiya werdigire.

Hikûmeta Tirkiyê û HDP, derbarê şerê bajarokê Pirsûs yê ser bi Rihayê ve, hevdu tometbar dikin. Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku HDP partiyeke neaştîxwaz e û zulm li gelê Kurd kiriye.
Ji aliyê xwe ve, HDP bersiva Hikûmeta Tirkiyê da û ragihand, ku êrîşa Pirsûsê ji aliyê AKPê ve pilankirî bû û AKP bi encamdana êrîşê li dijî dikandarên Pirsûsê tometbar kir.

N.O