Ragihandina Tirkiye: YPG xwe amadeyî şer kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Ragihandina Tirkiyê: "YPG liser sinorê Tirkiyê û Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê), amadekariyên xweparastinê dike."
Liser sinorê Serêkaniyê ya di navbeyna Bakur û Rojavayê Kurdistanê, YPG li hemberi egera êrişa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, tûnel, çeperan û xendek kolan e.
Ligorî agahiyan, ser sinorê Girê Spî jî, ku yêk ji hedefên sereke yê Artêşa Tirkiyê ye, amadekariyên şer hatine kirin.
Malên ser sînor hatine valakirin û sivîlên gundên ser sinor xistine derveyî çeperên qada şer.
Ligorî ragihandina Tirkiyê, YPGê di aliyê Rojavayê Kurdistanê, di navbera gundan de, tunel durist kirin e û ligorî serbora Efrinê YPG xwe amadeyî şer dike.
C.B