Mayineke vedayî li Minbicê teqiya
K24 - Navenda Nûçeyan.
Li bajarê Minbicê teqînek çêbû û di encamê de kesek hate kuştin û yekî din birîndar bû.
Îro danê sibehê mayineke vedayî li kolana 30 li taxa El-Keclî ya di bin destê hêzên Encûmena Serbazî ya Minbicê de teqiya.
Malpereke ser bi opozisyona Sûryê ve ragihand, ku ew mayin li pêşya otombêla fermandeyekî HSDê de hatibû vedan.
Ji aliyê xwe ve, berpirsên bajar ragihandin, ku lêkolînên hêzên ewlehiyê li bajar destpê kirine.
N.O