Hêlên ezmanî yên Urdinî geştên xwe ji bo Kurdistanê destpê dikin

Kompaniya hêlên ezmanî ya Urdinî: Wê heftane deh geşt ji bo firîngeha Hewlêrê û 4 geşt ji bo firîngeha Silêmaniyê bên kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Kompaniya hêlên ezmanî ya Urdinî eşkere kir, ku meha dahatî wê dest bi geştên navdewletî ji bo Hewlêr û Silêmaniyê bike.

Li gorî daxuyaniyeke wê kompaniyê, li gel destpêkirina geştan, wê heftane deh geşt ji bo firîngeha Hewlêrê û 4 geşt ji bo firîngeha Silêmaniyê bên kirin.

Bi sedema biryareke Hikûmeta Bexdayê, di 29ê Êlûna 2017an de, geştên navdewletî li herdu firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê hatin rawestandin û piştî rêketinê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, qedexeya li ser geştên navdewletî li herdu firîngehan hat rakirin.

Li gorî zanyariyan, çendîn kompaniyan amadebûna xwe ji bo destpêkirina geştên navdewletî li herdu firîngehan dane xuyakirin.

N.O