Rojnameyeke Sûrî: Salih Mislim di ber dagîrkirina Efrînê de berpirs e

Rojnameya “alwatan” a nêzîkî rêjîma Sûriyê belav kir, hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim sîxurê Tirkiyê ye û berpirsê yekem e di ber ketina Efrînê di destê Tirkiyê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “alwatan” a nêzîkî rêjîma Sûriyê belav kir, hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim sîxurê Tirkiyê ye û berpirsê yekem e di ber ketina Efrînê di destê Tirkiyê de.

Piştî ku hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim rojnameya “alwatan” a Sûrî tometbar kir, ku dengoyên ne rast belav dike û dixwaze tevliheviyê çê bike. Wê rojnameyê li ser zarên hin jêderên ji nava PYDê bêyî ku navên wan aşkere bike, belav kir:

“Salih Mislim hewl dide nêzîkbûn û danûstandinên vê dawiyê yên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de çê bûne têk bibe û dixwaze sînaryoya li Efrînê çê bûye, li navçeyên din ên di destê HSDê de ne dubar bibe.”

Rojnameyê herwiha nivîsiye, “Salih Mislim û çend kesên pê re bi rijdbûna wan li ser pirsa bijardeya federalîzmê, di ber ketina Efrînê di destê Tirkiyê û grûpên çekdar de û di ber rijandina xwîna şervanên YPGê de berpirs in.”

Rojname Salih Mislim bi sîxurê Tirkiyê tometbar dike û nivîsiye: “Salih Mislim hewl dide xizmeteke din ji îstixbarata Tirkiyê re dubare bike. Diyar e Mislim bûye sîxurê Tirkiyê, piştî hevdîtina wî bi efserên pilebilind ên Tirkiyê di sala 2013 û 2014ab de, ku Mislim 4 caran serdana Tirkiyê kir û li gor rojanemyên Tirkiyê, Mislim bi Serokê MÎtê Hakan Fîdan , Serokê Îdareya Îstixbaratê Ugur Kaan Ayik û yek ji serkirdeyên îstixbaratê Kemal Askin tan û wezîrê derve yê wê demê Ahmed Davutoglu re civiya bû.”

Li dawiyê, rojnameya “alwatan” tometên Salih Mislim red dike û nivîsiye, “Watan nûçeyên xwe ji jêderên zelal û bawerpêkirî belav dike. Li ser tometên te yên bêbihane em dibêjin: Em sîxurê îstixbarata Sûriyê bin, rûmetek e ji me re, ji ber ku ew dezgeheke Sûrî ye, baştir e ku em sîxurê MÎTê kujerê Sûriyan bin. Reng e em bi bîra Mislim Salih hejmara kuştiyên li Efrînê ketine bînin, ku bi sedema radestkirina Efrîn bo radestî Tirkiyê bûn qurbanî.”

 

S. B