Li Diyarbekirê civîna festîvala serxwebûna kurdistanê hat lidarxistin

Însiyatîfeke sivîl ku ji hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ên ji Kurdên Ewropayê pêk tên, ji bo pîrozkirina biryara Serxwebûna Kurdistanê, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê xebatên festîvalê meşandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Însiyatîfeke sivîl ku ji hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ên ji Kurdên Ewropayê pêk tên, ji bo pîrozkirina biryara Serxwebûna Kurdistanê, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê xebatên festîvalê meşandin. Înîsiyatîfê li Diyarbekirê jî civînek pêk anî. Di civînê de, hat ragihandin ku dê di 26'ê Tebaxê de li Diyarbekirê jî festîvala hemdem were lidarxistin.

Komîsyona ku bi awayekî xweser bêyî hizbên siyasî li hev civiyan, li sê navendên sereke ji bo 26'ê Tebaxa 2017'an biryara festîvalê da û yek ji van navendan jî Diyarbekir hat diyarkirin. Ji bo civîna Diyarbekirê, endamên komîsyonê, li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî civîna destpêkê li dar xist.

Yek ji endamên komisyona festîvalê Hunermend Birader Musîkî ye. Birader Musîkî armanca festîvalê wiha ji K24ê re rave kir: "Helbet şert û mercên Diyarbekir û Elmanyayê ne yek in. Li gorî şert û mercên xwe dê li Diyarbekirê jî însiyatîfeke sivîl xebatên xwe bimeşîne. Yanî bê partî, bê rêxistin, lê ligel piştgiriya hemû partî û rêxistinên me ku li Bakûrê Kurdistanê ne, bi rê ve diçe."

Festîvala ku ji bo 26'ê Tebaxa 2017'an hatiye destnîşankirin, xwedî wê armancê ye ku di heman rojê de hem li Kolnê, hem li Hewlêrê, hem li Diyarbekirê bi awayekî hevdem Ala Kurdistanê were libakirin.

Nivîskar Fûad Onen jî tevlî civîna komîsyonê bû û diyar kir ku ji ber hegera destûrnedayîna li Diyarbekirê, divê biryareke din jî li ber destên komîsyonê hebe. Nivîskar Fûad Onen ji K24ê re jî wiha axivî: "Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, serxwebûna ji sedî 16 axa Kurdistanê ye. Ji bo vê yekê jî Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, serxwebûna me ye. Ne ku em piştgir in, ne ku em pê re ne, em di nav de ne; her Kurdistaniyek jî divê serxwebûnê wiha bixwîne."

Komîsyona ku ev biryar daye, li ser însiyatîfeke sivîl tê meşandin. Heman însiyatîf, ji bo ku li Hewlêr, Koln û Diyarbekirê di heman roj û saetê de Ala Kurdistanê li ba bibe, dest bi hevdîtinên li Diyarbekir û Hewlêrê kirine. Biryar li Hewlêr û Kolnê bê pirsgirêk hatiye pesendkirin lê li Diyarbekirê ji ber astengiya Rewşa Awarte dê komîsyon dan û stendinên xwe dewam bike.