HDP û 7 partiyên li Bakur tifaqa bo hilbijartinên herêmî ragihandin

Li Diyarbekirê îro HDP û 7 partî û tevgerên siyasî yên yên Bakurê Kurdistanê li ser hevgirtina hilbijartinên herêmê lihev dikin û biryar dan ku bi navê HDPê beşdarî hilbijartinê bibin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê îro HDP û 7 partî û tevgerên siyasî yên yên Bakurê Kurdistanê li ser hevgirtina hilbijartinên herêmê lihev dikin û biryar dan ku bi navê HDPê beşdarî hilbijartinê bibin.

Bi beşdariya Hevserokên HDPê Perwîn Bulden û Sizai Temelli, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê -Tirkiyê (PDK-Tirkiye) Sertaç Bucak û serokên partî û tevgerên siyasî îro li Diyarbekirê di konferanseke rojnamevanî de hevpeymanî hat ragehandin.

Hat destnîşankirin, armanca hevpeymaniyê dirustkirina yekîtiya Kurd li hember fişar û zextên desthilatê ye û bo yekîtiya gel gaveke girîng a destpêkê ye.

Di hevpeymaniyê ev partî û tevger hene: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tevgera Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokratîk (DDKD), Partiya Însan û Azadî, Partiya Komunîsta Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-Tirkiye)

Daxuyaniya wan 8 partiyên ku tifaq ragihandine û biryar dane bi navê HDPê beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31 Adara bê bibin ku Sertaç Bucak xwed wiha ye:  

“Ji ber ku hilbijartinên heremî, ji bona desthilatdarîya heremî û bicîhbûna demokrasîyê giring in, jixwe ji me Kurdan re ev hîna giringtir in. Hilbijartina 31 Adarê ji ber hinek sedemên ku emê li jêr bînin ziman hîna giringtir bûne.

1- Piştî pergala serokatiyê li Tirkiyê eşkere xûya dike ku parlamento ji derb de ketiye û pê re ji giringiya îdareyên heremî hina zêdetir bûye.

2 -Desthiladar, mixalefet û partîyên sîstemaTirkiyê, bi plan û programan berê xwe dane doza gelê me û dixwazin ku di mêjiyê gel de hinek têgihiştinên çewt bicîh bikin. Ew dixwazin ku gelê me ev fikir bi wana reçe bibe; dibêjin“ em herin ser sondaqan jî, em neçin jî wê tu cudabûn çênabe, çawa be jî ew ê li şaredarîyan qayûm werin tayinkirin.” Bi vê têgihiştina çewt dixwazin gelê me ji siyasetê sar bikin, bi van dîtinên çewt gelê me ji xwe re dikin hedef.

3- Serokê MHP Dewlet Bahçelî di derbara Kurdan û hilbijartina heremî li Kurdistanê de dibêje; “heke Kurd careke din desthilatdariya heremî ji destê qayûman derxînin, wê hinek daxwazên wana hîna kurtir bibin. Ev jî wê Tirkiyê bibe devereke din. Ji bona ku em bikevin pêşberî vê yekê divê em eşîran têxin dewrê” Ango Bahçelî dibêje bila Kurd hilbijartinan winda bikin, bila MHP jî hilbijartinê winda bike lê bila dewleta Tirk winda neke.

4- Piştî ku pergala serokatiyê bicîh bû desthilatdariya AKP û rejîma Tirkiyê têne bûye ya zilamekî. Ji bona ku em bikaribin bi hilbijartinên meşrû û îrada gel vê pêvajoyê derbas bikin, divê em karibin tifaqên gelekî berfireh li Kurdistanê pêk bînin.

Ji ber vê yekê em tifaqa xwe li Kurdistanê, li Tirkiyê û li Dinyayê, ji raya giştî re radigîhînin;

A) Em tevger û partîyên Kurdistanî ku îmzeyên me li jêr hene dibin sîwana HDP de, di hilbijartinên heremî de tifaqa xwe îlan dikin.

B) Tifaqa Cumhur ku dixwaze îrada gelê me careke din desteser bike û bi formula ku dibêje “ Bila Kurd winda bikin” siyasetê dike. Li himberî vê dîtinê em jî dibêjin.“Bila Tifaqa Hilbijartina Kurdistanî û gelê me biser bikeve, bila partîyên me biser bikevin. Bi wan helwestan em dixwazin ku derfet û destkevtinên xurt bidest bixînin.

C) Bi Tifaqa Hilbijartina Heremiya Kurdistanê em dixwazin sîyaseta sivîl-demokratîk xurt bikin, ji bona vê yekê em bi bahwerîtê dikoşin. Û ya herî giring jî em nirxên gelê me yên netewî diparêzin û êrişên ku li ser gelê me hene di bingeheke sivîl-demokratîk de em li himberî van êrişan derdikevin.

D) Di tifaqa hilbijartina heremî de tevger û partiyên me amaje pê dikin ku di nava gelê me de kultura hevkariya netewî-demokratik pêş de bibin. Dîtinên şaş ku di nava Kurdan de heta nûha belav bûne, weke ku tê gotin “Kurd nikarin tifaqa bi hevdû re ava bikin”, Em dixwazin vêdîtina şaş di hilbijartinên heremî de bişkînin, vala derxînin û li gora daxwaza gelê xwe tevger bikin.

E) Di Tifaqa Cumhur de (AKP-MHP) dibêje; ji bona pêşeroja dewleta xwe em tifaqê ava dikin, lûksame ku em ji hevdû bixeyidin tune ye, ji ber van sedeman em tifaqê çêdikin û lihev dikin. Em tevger û partiyên Kurdan jî nakokî û cudabûnên xwe paş de vedikişînin û li ser nirxên hevbeş yên Kurdan em tifaqa xwe di hilbijartinên heremî de radigîhînin.

F) Ya herî giring jî ev e, daxwaza Kurdan ku îro hemû gelê me dike yek, ango perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê di serî de û têkoşîna ji bona mafê çarenûsa netewa xwe ku me Kurdan hevbeş dike, bi vê hişmendîyê emê di şaredariyan de helwesteke netewî - demokratik pêş de bibin. Di warê heremî de emê bixwazin ji gelê xwe re xizmetê bikin.

G) Kurdên ku di hilbijartinên heremî de li derveyî tifaqa me tevger dikin, em rûmeta nişanî îrada wan didin û helwesta wan bi aweyekî mafeke demokratik di nirxînin. Lê belê di van şert û mercên ku me bi kurtasî li jor anîne ziman, em dixwazin di hilbijartina 31 Adarê de Kurd bi yek tifaqê bi hevdû re tevger bikin. Beşdarbûna Kurdan bitifaq û bihev re giringiyeke dîrokî ye û di berjewendiya gelê me de ye. Emê heta dema dawî ji bona hilbijartina heremî yekrêzî û tifaqa Kurdan biparêzin, banga xwe dubare bikin û bangî van hevalan bikin ku beşdarî tifaqa me bibin.

H) Em dîsa giring dibînin ku HDP di hilbijartinên heremî de bi hêzên demokrasîyê li Tirkîyeyê re tifaqên berfireh ava bike. Em ji raya giştî re ya birêz re radigîhînin. Em bahwer dikin û emê serkevin. Wê gelê me/ gelên me biser kevin. Wê tifaqa me biser bikeve. Emê biser bikevin.”

 

S. B