Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihîne, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike.
Sekreterê Polîtburoya PDKê û serokê şanda wê bo kongreya AK- Partiyê Fazil Mîranî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî kongreya AK Partiyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê û ligel Recep Teyip Erdogan dicive.
Fazil Mîranî amaje bi wê jî kir, di vê serdana de pêşvebirina pêwendiyên dualî û çareserkirina pirsgirêkên ku di navbera Hewlêr û Enqerê de mane tên gotûbêjkirin.
S. B