NY: 10 hezar welatî jî di Efrînê de asê mane

Netewên Yekgirtî radigihîne, 104 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê derketine û 10 hezar welatî jî di Efrînê de asê mane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî radigihîne, 104 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê derketine û 10 hezar welatî jî di Efrînê de asê mane.

Komîsera Koçberan a ser bi Netewên Yekgirtî ve (UNHCR) ragihand, krîzeke mirovî li Efrînê rû daye, ku di çend rojên bûrî ve zêdetir ji 104 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê derketine û 10 hezar welatî jî di Efrînê de asê mane û hewl didin berve navçeyên di bin kontola rêjîma Sûriyê de biçin.

Piştî du meha ji êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên mîlîşyayê Sûrî li ser Efrînê roja 18ê vê mehê derbasî Efrînê bûn û di çend rojên dawî de hejmarek mezin ji welatiyên Efrînê koçber bûbûn.

Her di wê derbarê hat ragihandin, ku artêşa Tirkiyê hemû rê û deriyên sereke ên Efrînê daxistine.  

 

S. B