Kurdistan Hevsengiya dengên Bakur yên 1’ê Mijdarê û 16’ê Nîsanê

Hevsengiya dengên Bakur yên 1’ê Mijdarê û 16’ê Nîsanê

K24 – Diyarbekir  

Referandûma 16’ê Nîsana 2017’an a ji bo guherîna 18 xalên Destûra Bingehîn, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi encam bû. Di dengdayîna referandûmê de aliyên siyasî yên Kurd û Kurdistanî, helwesta xwe ya ji bo referandûmê bi awayekî neyînî ragihandibû û li Bakur jî rêjeya dengan, li gorî helwesta Kurdan encam da û li herêmê dengê ‘Nexêr’ bi ser ket. Di navbera hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an û dengdayîna 16’ê Nîsana 2017’an de rêjeya dengan guherî lewra kesên ku neçûn ser sindoqan hevsenga dengên salên borî guherand.

Di hilbijartina 1’ê Mijdarê ya 2015’an de li Diyarbekirê ji sedî 71.3 deng ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP); ji sedî 22.3 deng ji bo Ak Partiyê hatibûn dayîn. Di referandûma 16’ê Nîsanê de rêjeya dengan ji sedî 67.58 Nexêr, ji sedî 32.42 Erê derket.

Di hilbijartina 1’ê Mijdarê ya 2015’an de li Şirnexê ji sedî 83.7 deng ji bo HDP’ê; ji sedî 12.3 deng ji bo Ak Partiyê hatibûn dayîn: Di referandûma 16’ê Nîsanê de rêjeya dengan ji sedî 71.61 Nexêr, ji sedî 28.39 Erê derket.

Di hilbijartina 1’ê Mijdarê ya 2015’an de li Batmanê ji sedî 66.8 deng ji bo HDP’ê; ji sedî 29.1 deng ji bo Ak Partiyê hatibûn dayîn: Di referandûma 16’ê Nîsanê de rêjeya dengan ji sedî 63.48 Nexêr, ji sedî 36.52 Erê derket.

Di hilbijartina 1’ê Mijdarê ya 2015’an de li Wanê ji sedî 64.3 deng ji bo HDP’ê; ji sedî 30.7 deng ji bo Ak Partiyê hatibûn dayîn: Di referandûma 16’ê Nîsanê de rêjeya dengan ji sedî 57.20 Nexêr, ji sedî 42.80 Erê derket.

Di hilbijartina 1’ê Mijdarê ya 2015’an de li Mêrdînê ji sedî 67 deng ji bo HDP’ê; ji sedî 29.3 deng ji bo Ak Partiyê hatibûn dayîn. Di referandûma 16’ê Nîsanê de rêjeya dengan ji sedî 59.04 Nexêr, ji sedî 40.96 Erê derket.

Di hilbijartina 1’ê Mijdarê ya 2015’an de li Rihayê ji sedî 28.18 deng ji bo HDP’ê; ji sedî 64. 3 deng ji bo Ak Partiyê hatibûn dayîn. Di referandûma 16’ê Nîsanê de rêjeya dengan ji sedî 29.16 Nexêr, ji sedî 70.84 Erê derket.