Xebatên Insiyatîfa piştevaniya referendûmê li Batmanê berfereh dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 12ê Tebaxê, bi armanca piştgiriya rapirsîna serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Şaxa Batmanê ya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê çû serdana HDPê. Partiya HDPê bi kêfxweşî pêşwazî Înîsiyatîfê kir.

Bi navê înisiyatifê berdevkê Înîsiyatîfê îlahiyatnas Aydin Uneşî diyar kir ku, ew nehatine ku HDPê qanî bikin bo piştigiriya referandûmê lewre partiya HDP ji xwe piştgir e û piştgiriya xwe bi raya giştî re parve kiriye. Uneşî anî zimên ku ew weke înîsiyatif dixwazin HDP piştgiriya xwe bi raya giştî re parve bike.

Li ser navê HDPê Hevseroka Şaxa Batmanê ya HDPê Fatma Kapalıgöz li ser yekîtiya kurdan ya her çar parçeyên Kurdistanê sekinî û got ku, çi ji bo kurd û Kurdistanê pêwîst be ji parçeyeke Kurdistanê re em amade ne, ku birîneke ji parçeyeke Kurdistanê hebe em giş pê diêşin û divê em bi hev re wê birînê bikewînin.

Piştî Kapalıgoz, Hevserokê Şaxa Batmanê ya HDPê İkram İrgi got ku; HDP bê şik û bê guman piştgira referandûma serxwebûnê ye û xizmeta wê bike. İrgi, panoramayeke bi giştî ya şert û mercên sîyasî raxiste ber çavan û got ku beriya referandûmê û piştî wê xetereyên gengaz li ser pêşeroja Kurdistanê divê li ber çavan bên girtin da ku pêşî li van xetereyan bêne girtin. Her wiha İrgi kirpand ku çi bibe bila bibe rê û rêbaz divê bi awayekî demokratîk bin û weha domand; bi zelalî ew dibêjin; bi xwe û bi hêza xwe ew ê piştgir bin û referandûma serxwebûnê 50 milyon kurd elaqedar dike û piştgiriya me li ser me ferz e.
Hevdîtina Înîsiyatîf û Şaxa Batmanê ya HDPê bi erênî û bi dilgermî derbas bû.