Derbarê Efrînê de, Amerîka daxwazekê ji Tirkiyê dike

Amerîka daxwaz ji Tirkiyê kir, ku xwe rabigire û operasyona xwe ya leşkerî li dijî Efrînê sînordar bike sivîlan biparêze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka daxwaz ji Tirkiyê kir, ku xwe rabigire û operasyona xwe ya leşkerî li dijî Efrînê sînordar bike sivîlan biparêze.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Derve yê yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu re kir.

Got jî, di wê pêwendiya telefonî de Rex Tillerson nîgeraniya Amerîka derbarê rewşa Efrînê de derbirî.

Herwiha got, “Di demekê de têdigihin metirsiyên rewa yên derbarê ewlehiya xwe de, Em daxwaz ji Tirkiyê dikin ku aram be û operasyona xwe ya serbazî ji aliyê çarçove û dem ve sînordar bike û bi diqet be ji bo rêgirtina ji zirarên sivîlan.”

Sererkaniya Tirkiye duh bi daxuyaniyekê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand.  Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand, operasyona li dijî Efrînê dê li ser 4 qonaxan be û dê herêmek tampon bi kûrahiya 30 K.M ava bikin.

Artêşa Tirkiyê di operasyona xwe de ji bilî topxaneyan bi firokeyan jî gundên Efrînê bombebaran dike. Îro jî di encama êrîşekê li ser gundê Enabkê de, 8 kesên sivîl şehîd bûn û hejmarek sivîl birîndar bûn.